• Sunday, 22 February 2026
logo

MHP:Barzanî dixwaze Tirkiyê bike dewleteke federal

MHP:Barzanî dixwaze Tirkiyê bike dewleteke federal
Endamê MHP yê berê di Parlamentoya Tirkiyê de, partiya AKPê tometbar dike ku, weke desthilat wê ti helwest derbarê damezrandina dewleta Kurdî nedaye û got jî ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştgiriya serkeftina referendom û guhertinên destûrê dike daku, Tirkiyê bibe dewleteke fedral.

Endamê MHP yê berê di Parlamentoyê Tirkiyê û yek ji wan kesayetiyên ku, weke opozîsyon tê naskirin Omîd Ozdax îro roja Çarşemê behsa wê yekê kir û got: Roja 28ê Adarê rojeke reşbû li Tirkiyê, ji ber ku, li ber çavê Tirkiyê alaya Kurdistanê li Kerkûkê hate bilindkirin û AKP ti helwest beramber diyar nekir.

Herwiha got ku, Barzanî kar bo wê yekê dike, dengê belê ji dengê nexêr zêdetir bike di encamdana referandomê de, daku, bi rêya referandomê dewleta xwe ya serbixwe rabgehîne û Tirkiyê bike dewleteke fedral û dibêje ku, ev yeke hemû li ber çavê Tirkiyê çêdibin.

Ordax got ku, di roja 16ê Nîsanê eger li Tirkiyê dengê belê zêdetirbin, wê demê Tirkiyê dibe Tirkiyeke fedral û bakurê Kurdistanê jî bi awayeke fermî û rewa dibe fedralî.

Basnews
Top