Fûad Mesûm û Ebadî li ser Kerkûk û pirsgirêkên din rêkeftin
Îro, roja Çarşemê Ofîsa ragehandinê ya Serokwezîrê Iraqê Heder Ebadî ragehand ku, Heder Ebadî pêşwazî li Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm kir, di civînê de her du aliyan pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Iraqê li dijî DAIŞê kirin.
Herwiha di wê civînê de danûstandin li ser rewşa welat ya giştî û tekezî li ser giringiya yekgotara siyasî kirin, herwiha diyarkirin ku, nabe pirsgirêkên navxweyî bandorê li ser morala hêzên sûpaya Iraqê û pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bikin.
Li gor daxuyaniya her du alî amaje bi wê yekê kirin ku, bi rêya destûr û yasayê û danûstandinê hemû pirsgirêkên welat têne çareserbikin. Herwiha diyar kirin ku, Kerkûk bajareke fireh pêkhate û netewe û hemû kêşe bi gûftogoyê têne çareserkirin.
basnews
