Fazil Mîranî , di mijara referandomê de bi rayedarên Iraqê re gihîştine rêkeftinê
Şanda hevbeş ya YNK û PDKê, ku ji Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamê Polîtbuoya YNKê Ednan Muftî pêk tê, li Bexdayê ye û bi rayedarên Iraqî re behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê dike.
Şanda Kurdistanî îro danê sibê bi serokê hevpeymaniya niştimanî ya şîeyên Iraqê Emar Hekîm re hevdîtin kir. Beriya wê civînê Fazil Mîranî li ser hevdîtinên ku ji duh de encam dane, ji rojnamevanan re got, di hevdîtin û civînên ku me bi rayedarên Iraqî re encam dane, em gihîştine rêkeftinê û hewl hatiye dayîn ew hesasiyeta ku çêbûye, were nermkirin.
Şanda Kurdistanî duh çûbû Bexdayê û bi serokomar Fuad Mehsûm, serokwezîr Heyder Ebadî, serokê parlamentoyê Selîm Cibûrî û hinek aliyên din re li ser referandomê hevdîtin kirin. Tê pêşbînîkirin ku şanda Kurdistanê îro vegere Hewlêrê.
Beriya niha endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ji BasNewsê re gotibû, referandoma serxwebûna Kurdistanê îsal tê encamdan. Ji bo wê jî şandek hevbeş ya YNK û PDKê çû Bexdayê da ku bi rayedarên Iraqê re vê mijarê gotûbêj bikin.
Basnews
