• Sunday, 22 February 2026
logo

Firokeya F-16 a Amerîkayê ket

Firokeya F-16 a Amerîkayê ket
Firokeyeke şerî ya Hêzên Esmanî yên Amerîkayê, 10 kîlometre nêzîkî Washingtonê kete xwarê.

Fermandariya Berevaniya Esmanî ya Washingtonê bi daxuyaniyekê aşkera kir, firokeyeke şerî ya F-16C ku li Baregeha Esmanî ya Andrewsê ya li eyaleta Marylandê, ji bo firîna perwerdehiyê rabûye ketiye xwarê.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye aşkerakirin ku bûyer çend kîlometre nêzîkî Andrewsê qewimiye û pîlot bi sîstema kursiyê ku di dema xetereyê de ji nişka ve pîlot diavêje derveyî firoke, rizgar bûye.

Hat ragihandin ku di encama bûyerê de mirî û birîndar tine ye.

Firoke di 113emîn Baskê Nêçîrvan de cih digre û herwiha 113emîn Baskê Nêçîrvan weke “Pasevanên Paytext” tê nasîn.

Rudaw
Top