• Sunday, 22 February 2026
logo

Partiyên Bakurî: Bê guman Kerkûk dilê Kurdistanê ye

Partiyên Bakurî: Bê guman Kerkûk dilê Kurdistanê ye
Piştî ku Alaya Kurdistanê li Kerkûkê hat bilindkirin û hewila girêdana Kerkûkê ji bo Kurdistanê xurt bû, vê yekê li Bakûrê Kurdistanê kelecaneke neteweyî derxist holê. Partiyên Bakûrê Kurdistanê vê gavê wekî pêkhatina xeyaleke neteweyî û dîrokî dibînin.

Bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê, wekî hemû Kurdên cîhanê, li Bakûrê Kurdistanê jî bi kefxweşî hat pêşwazîkirin. Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê, pêşketinên li Kerkûkê wekî mizgîniyeke neteweyî ya ji hemû Kurdên cîhanê re dinirxînin. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê Mehmet Emîn Kardaş dibêje ku Kerkûkbi dîrok û çanda xwe bê guman bajarekî Kurdistanî ye.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê Mehmet Emîn Kardaş ji K24ê re wiha got: "Bilindkirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê mafeke xwezayî yê kurdan e. Dema ku Kurdistana federal ava bûyî jî di nava yasayan de hatiye destnîşan kirin ku Kurd dikarin Ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind bikin."

Bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê bi xwe re mijara girêdana Kerkûkê bo Kurdistanê jî derxist holê. Siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku pêwîst bû beriya niha gava tevlîbûna Kerkukê bo Kurdistanê bihata avêtin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Îmam Taşçier bang dike ku demildest Kerkûk bi Kurdistanê ve were girêdan.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Îmam Taşçier jî ji K24ê wiha axivî: "Pêwîst bû ku beriya niha dema ku Kurdistan Federal avabûyî ev gav bihata avêtin. Heta niha kurdan bi fedderalî xwe rêvedibirin. Eger biryara serxwebûnê bidin jî ev yek dê biryareke bi rûmet be."

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê, bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê wekî gaveke dîrokî dibînin lê dibêjin ev ne bes e, divê demildest Kerkûkbi Kurdistanê ve were girêdan û Referandûma Serxwebûna Kurdistanê were lidarxistin.

Basnews
Top