Desthilatdarên rojavayê Kurdistanê êzdiyên ku rizgar dibin pirsgirêkên din ji wan re ava dikin!
Rêveberê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzdî Husên Qaêdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Desthilatdarên rojavayê Kurdistanê rizgarbûyên êzdî li gel xwe dihêlin, ferî rahênan û perwerde dikin. Rastî jî em ji wê reftara wan nerazî ne, hemû êzdî dil giran bûne ji wan reftaran.’’
Herwaha got: ‘’Ev bêhtirî du sale xelkê me di bin zulm û zordayî û îşkenceya terorîstên DAIŞê de bû, mixabin demê rizgar jî dibin, li rojavayê Kurdistanê rastî heman nexwaşî û serêşî û belayan dibin.’’
Husên Qaêdî got: ‘’ew zarokên li Sûriyê ji destê terorîstan rizgar dibin, dema digehin rojavayê Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên rojava ve wan zarokan gîro dikin, hin caran 15 heta 20 rojan wan zarokan bernadin.’’
Basnews
