Endana Muftî: Ala Kurdistanê li Kerkûkê nayê xwarê
Di konferansa rojnamevanî de, nûnerê Tevgera Sedir ragihand, hemû pêkhateyên Iraqê bi hev re qurbanî dane û di destûrê de hatiye, Iraq federalî ye û Herêma Kurdistanê taybetmendiya xwe heye.
Herwiha got jî, ew taybetmendî di hemû waran de jî lixwe digire û pêwîstiya wê bi danûstandin û jihevtêgihêştin heye di jêr saya niştimanî de ligel hikûmeta federalî de. Tevahiya rolên Herêma Kurdistanê û Heşda Şeibî û hêza Pêşmerge hemû bi hev re di berevaniya de û di şerê DAIŞê de.
Endamê şanda Herêma Kurdistanê Ednan Muftî derbarê biryara Parlementoya Iraqê ya daxistin Ala Kurdistanê de jî got: “Me ligel Tevgera Sedir û ligel Serokê Parlementoya Iraqê jî axivîn û me got, Ala Kurdistanê li Kerkûkê nayê xwarê.”
Şanda hevbeş a Herêma Kurdistanê ku ji her yek Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî û endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî pêk tê, bo guftûgokirina pirsa referandûmê û Ala Kurdistanê li Kerkûkê îro serdana Bexdayê kir û ligel aliyên siyasî yên Iraqî civiyan.
K24
