• Sunday, 22 February 2026
logo

Sûzan Şehab:Piştî referandomê biryar li ser serxwebûne didin

Sûzan Şehab:Piştî referandomê biryar li ser serxwebûne didin
Şêwermenda bolîtbîroya siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) amaje bi wê yekê dike ku, pirsa referandomê bo Kurdistanê giringe û divê aliyeta cîbecîkirinê were diyarkirin.

Şêwermenda bolîtbîroya siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) Sûzan Şihab ji BasNewsê re ragehand û got: "Ez li gel referandomê me, bê guman biryar li ser mafê çarenûsî mafê hemû gelan e, mafê me jî li gor hemû pêwerên navnetewî heye ku, referandomê pêkbînin, başe ku, ev pirs ligel Iraqê were gotûbêjkirin, piştî referandomê biryar li ser serxwebûnê didin."

Herwiha Şêwermenda YNK da zanîn ku, qonaxa yekemîn referandoma û qonaxa duyemîn jî serxwebûne, da zanîn ku, berî niha wan bi rêya tevgereke milî û hejmarek kesyatî referandom pêkanîbûn û nerîna xelkê derbarê referandomê 97% deng bi belê bo Kurdistanê dabûn.

Herwiha diyar kir ku, ew bawernake kes li Kurdistanê hebe û li dijî pirsa referandomê be lê bîrûbûçûnên cuda hene, divê wê yel li berçav bigre û danûstandin li ser were kirin.

Basnews
Top