• Sunday, 22 February 2026
logo

Tevgera Goranê: Bo referandûmê, pêwîstî bi ti civîneke partiyan nake

Tevgera Goranê: Bo referandûmê, pêwîstî bi ti civîneke partiyan nake
Di daxuyaniyekê derbarê referandûm û serxwebûnê de, Tevgera Goranê ragihand, “Pêwîst e Herêma Kurdistanê hemû rêyên pêwîst biger ber, bo encamdana referandûmê.” Herwiha ragihand jî “Parlementoya Kurdistanê bilindtirîn dezgeha rewa û yasayî li Herêma Kurdistanê ye.”

Di xaleke din ya daxuyaniya Tevgera Goranê de hatiye: “Parlementoya Kurdistanê wek bilindtirîn dezgeha rewa û yasayî li Herêma Kurdistanê, pêwîst e hemû rêyên pêwîst bigre ber, bo encamdana referandûmê li parêzgehên Herêma Kurdistanê, Kerkûk û hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê.”

Tevgera Goranê di xaleke din de dibêje: “Nabe ev pêngav ji bo piştguhkirina ji çareseriya pirsgirêkên xelkê Kurdistanê û propaganda siyasî were bikaranîn. Lê pêwîst e ligel derketina encama referandûmê, pêngavên kiryarî bê kirin, bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê û dabînkirina bingeha dewleta hevwelatî û serweriya yasa û dezgehên niştimanî.”

Her di derbarê çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê de, Tevgera Goranê amaje bi wê yekê jî kir. “Pêwîst e hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê di vê qonaxa hestiyar de di asta berpirsayetiya niştimanî de bin, bo çareserkirina krîza darayî, jiyana xelkê, krîza siyasî û rêkxistina navmala Kurdî û xweamdekirin bo hemû erk û pêşhatan. Li ber ronahiya wan xalên serwerî radigihînin, ku bo vê pirsê, pêwîstî bi ti civîneke partiyan nake.”

Ev daxuyaniya Tevgera Goranê di demekê de, ku biryar sibe şanda hevbeş a PDK û YNKê serdana bajarê Silêmaniyê bike û derbarê pirsa referandûmê ligel Tevgera Goranê bicive.

K24
Top