• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Erkanê Hevbeşê Artêşa Amerîka û şanda li gel kir

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Erkanê Hevbeşê Artêşa Amerîka û şanda li gel kir
Roja sêşem 04.04.2017 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Joseph Dunford Serok Erkanê Hevbeşê Artêşa Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Jared Koshner Şêwirmendê Bilindê Serokê Amerîka û Tom Bosard Şêwirmendê Asayîşa Navxweyî ya Serokê Amerîka û Kêyt Shiller Birêveberê Operasyonên Nivîsîngeha Ovel û Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û General Dawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraq û ji hejmarek berpirsên siyasî û serbazî ya Konsolxane û Artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku şandekî bilinda hikûmî û emnî û siyasî û serbaziya Herêma Kurdistanê amadebûn, Serok Erkanê Hevbeşê Artêşa Amerîka li axaftina xwe de pêzanînên xwe ji bo serkirdayetiya Serok Barzanî û destkeftên hêzên Pêşmerge li şerê terorîstên Da'îş de hebû û serxweşiyê jî li Serok Barzanî û malbatên şehîdên Pêşmerge kir û ragihand ku qurbanîdana Pêşmerge li şerê terorê da bi nirxtirîn babete û xwîna şehîdên Pêşmerge pabendbûna Amerîka bi piştevaniya Herêma Kurdistanê berfirehtir dike û eve jî xisterû ku ji bo berdewamiya serkeftinan pêwîstiya me bi hemahengî li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê heye. Li beşekî dinê axaftina xwe de behsa têgihîştina Amerîka û îdareya nû ya welatê xwe kir li êş û azarên gelê Kurdistanê. Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan tekez li ser dostayetî û hevpeymaniya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kir û eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku gelê Amerîka û îdareya nû ya Amerîka sersamin bi serkirdayetiya Serok Barzanî û qehremaniya Pêşmerge.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasî hikûmet û artêşa Amerîka kir ku li şerê terorê da palpiştê Pêşmerge bûn û ji bilî balkişandina li ser qehremanî û qurbanîdana Pêşmerge ragihand ku cihê şanaziye ku bi yarmetiya Amerîka û hevpeymanan Pêşmerge efsaneya Da'îşê şikand û xweşhaliya xwe jî nîşanda ku bi sedema hemahengiya bê wêneya di navbera Pêşmerge û artêşa Amerîka serkeftinên mezin hatine tomar kirin bi bêyî wê yekê tenê yek cîheke sivîl jî bibe armanc. Serok Barzanî tekez jî li ser berdewamî û bihêztirbûna hevpeymaniya di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka li şerê terorê de kir.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî behsa dîroka hevbeşa gelê Kurdistan û dewleta Iraqê û wan êşan kir ku li ser destên hikûmetên Iraqê tûşî gelê Kurdistanê hatine. Tekez jî li ser çanda pêkvejiyan û nebûna hesasiyeta neteweyî û tayîfî li Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku her ew çand wiha kiriye gelê Kurdistanê li şerê terorê da serbikevê.

Her li vê civînê de rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî ya meydaniyên li şerê Musil hate nirxandin û ronahî xistin li ser wan metirsî û gefên ku li qonaxa piştî Da'îş têne holê.
Top