• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Diyarbekirê nerazîbûnên li dijî biryara parlementoya Iraqê

Li Diyarbekirê nerazîbûnên li dijî biryara parlementoya Iraqê
Nerazîbûnên li hember biryara Parlementoya Iraqê ya ji bo daxistina Ala Kurdistanê, ji bo dam û dezgehên fermî yên Kerkûkê, li Diyarbekirê jî derketin pêş. Li gorî endam û rêveberên Partiyên Kurdistanî, libakirina Ala Rengîn bi awayekî fermî hatiye kirin; biryara daxistina Alê helwesteke dijfermî ye. Li gorî çavdêrên siyasî jî amaje dikin; divê guftûgoyên biryara serxwebûnê dest pê bikin da ku pêşî li nakokiyên bi vî rengî werin girtin.

Li Diyarbekirê biryara Encumena Meclisa Kerkûkê ya ji bo libakirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê, bûbû cihê şanaziyê. Lê nîqaş û nerazîbûnên ku li ser mijarê çêbûn û herî dawî jî biryara ji Parlementoya Iraqê ji bo daxistina Ala Rengîn hat dayîn; bû sedemê bertekan. Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakûr (PDK-Bakûr) Arîf Sumerkan da zanîn ku gengeşiyên diqewimin, nîşaneya hewcedariya serxwebûna Kurdistanê ne.

Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakûr-PDK Bakûr Arîf Sumerkan ji K24ê re wiha axivî: “Ji bo Ala Kurdistanê, biryareke bi şeref e. Di dîroka Kurdan de bi milyonan Kurd şehîd bûne, bi milyonan jî bi hesreta dîtina alê bi jana zirav ketine. Al, şerefa miletê Kurd e û azadî û serxwebûn e. ”

Li ser dijberiya Hikûmeta Iraqê, aliyên Tirkmen û Erebên Kerkûkê digel Tirkiyeyê, çavdêrên siyasî yên li Diyarbekirê diyar kir ku li gorî zagonên Iraqê, di pergala Dewleteke Federal de hemû kêmaniyên li bin ala dewletê, dikarin ala xwe li cihên fermî liba bikin. Li gorî ragihandina çavdêrê Siyasî Îbrahîm Guçlu jî li cihê ku Tirkmen û Ereb nerazîbûnê nîşan didin, mafê wan jî heye ala xwe liba bikin lê bêyî ku aliyên hiqûqî binirxînin, nerazîbûnê nîşan didin.

Çavdêrê Siyasî Îbrahîm Guçlu jî got: “Dewletên Federal nayê wê wateyê ku bi hejmaran biryar werin girtin. Divê ku di parlementoyê de; di hikûmetê de lihevkirinek hebe. Heger lihevkirin nebe, gelek biryar pêk nayên. Wekî mînak; Hikûmeta Federal a Iraqê, Meclisa Iraqê, ji bo ku hejmara wan zêde ye, ew nikarin bibêjin ku em Dewleta Federal ji holê rakin. Mafê wan tuneye lewra makezagon pêşiya vî tiştî digirin.”

Libakirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê, li Diyarbekirê çiqas bi kêfxweşî hatibû pêşwazîkirin, nîqaşên daxistinê jî ewqas bûn sedema nerazîbûnan. Li gorî nirxandina beşên siyasî û civakî yên li Diyarbekirê, Ala Kurdistanê ne aleke ku li gorî destûran were libakirin û li gorî biryaran were daxistin e; lewra li gorî mafên ku bi dest ketine li rex Ala Iraqê hatiye libakirin.



K24
Top