Rêveberiya Amerîka: Bi çi awayekê em gelê kurd bi tenê nahêlin
Sekreterê partiya sosyalîsta demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd hevpeyvînek li gel rojnameya Şerqulewset pêkanî û radigehîne ku îsal referandoma serxwebûna Kurdistanê dê pêkbê û li ser bingehê referandomê jî ‘’danûstandin dê li gel Bexdayê bên kirin.’’
Mihemedê Hacî Mehmûd ku wek kake Heme jî tê nasîn, amaje bi vê yekê dike ku; şandeya Kurdistanê di civînên li tenişt konferansa asayîşa cîhanî ya Munchenê de, mafê serxwebûna Kurdistanê ji her aliyekê re ragehandiye û ‘’Gelê Kurdistanê ti demekê na vegere bo qonaxa berî dagirkirina rêxistina tund a DAIŞê.’’
Roja 17.02.2017ê li bajarê Munchenê ya Almanya konferans asayîşa cîhanî destpê kir û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serokatiya şandeke Kurdistanê ve beşdarî wê konferansê bibû.
Kake Heme amaje bi vê yekê jî kir ku di civînên li gel sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Gutteres de Mesûd Barzanî behsa piroseya referandoma serxwebûna Kurdistanê kiriye.
Sekreterê partiya sosyalîsta demokrat a Kurdistanê berdewam di serdanên derve yên serokê herêma Kurdistanê de li gel wî bûye û ragehand; ‘’Berpirsên payebilind ên Amerîkayê piştevaniya xwe bo gel û hikûmeta herêma Kurdistanê ragehandin û ji şanda Kurdistanê re gotin ku, Amerîka careke din gelê Kurd dê bi tenê nehêle.’’
Mihemedê Hacî Mehmûd ragehand, naha derfetek baş hatiye pêş, bo serxwebûna Kurdistanê, ji ber hikûmeta Iraqê wek hemwelatiyên payeya duyemîn de li kurd dinêrin, beşa budceya Kurdistanê û mafê Pêşmerge birîne û destûra Iraqê bicîh nayne.
Basnews
