Endamekî parlamentoya Iraqê: Parlamentoya Iraqê ji biryara xwe ya li dijî alaya Kurdistanê poşman bûye
Parlamenterê û endamê firaksyona YNKê li parlamentoya Iraqê Bêstûn Adil ji BasNewsê re got, piştî ku me li dijî biryara parlamentoya Iraqê doz vekir, serokê parlamentoyê (Selîm Cibûrî) gazî firaksiyonên Kurdistanî kir tevlî civînên parlamentoyê bibin ji ber ku biryara parlamentoyê li dijî alaya Kurdistanê bi lez hatiye dayîn.
Bêstûn Adil her wiha got, ev jî nîşan dide ku parlamentoya Iraqê ji biryar xwe poşman bûye û biryar dê dîsa bikeve dengdanê.
Wî parlamenterê kurd behsa daxuyaniya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî kir û got, Ebadî gotiye zêdetirî 10 salan e alaya Kurdistanê li Kerkûkê hatiye bilindkirin ji ber wê jî pêwîstî nake ew mesele were mezinkirin. Ev nîşan didin ku biryara encumena parêzgeha Kerkûkê qanûnî û di cih de ye.
Piştî ku parlamentoya Iraqê li dijî bilindkirina alaya Kurdistanê biryar dabû, firaksiyonên Kurdistanî civîna parlamentoyê baykot kiribûn.
Basnews
