• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji Amerîkayê bo Kurdistanê pêşniyara dewletbûnê

Ji Amerîkayê bo Kurdistanê pêşniyara dewletbûnê
Amerîkayê ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê xwestiye, ku hinardekirina petrolê ji bo 1.5 milyon bermîlan zêde bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 600 hezar bermîl petrol hinardeyî derve dike û armanca hikûmetê ew e ku vê hejmarê zêde bike.

Ji Iraqê şandeke siyasetmedarên sunî, beriya hilbijartina serokatiya Amerîkayê, çûbûn Washingtonê.

Şanda sunî ya Iraqê di dema serdana xwe de Serokê Berê yê CIAya Amerîkayê David Petraeus re hatibûn ba hev.

Siyasetmedarên Iraqî di derbarê serdana xwe ya Amerîkayê de ji Rûdawê axivîn.

Siyasetmedarekî sunî ragihand: “Amerîka got, li herêmê em piştgirî nadin damezrandina dewleteke birçî.”

Siyasetmedarê ku nexwest navê wî aşkera bibe, gotinên Serokê Berê yê CIAyê David Petraeus ji Rûdawê re veguhast:

“Li herêmê, Amerîka piştgirî nade damezrandina dewleteke birçî. Di vê mijarê de, me Herêma Kurdistanê agahdar kir. Çimku jixwe di vê herêmê de pirsgirêk gelek in.

Bi ser de, eger dahata dewletê tine be, rêvebirin jî dê gelek dijwar be. Ji ber vê yekê, me ji rayedarên Herêma Kurdistanê re got, hinardekirina petrol derxin 1.5 milyon bermîl.”

Di vê navberm de li Duhokê ji bo hin bîrên petrolê wisa tê plankirin ku bi Hêla Boriya Petrola Kurdistanê ve girê bidin.

Li gor xebateke nû, bîrên petrolê yên Çemanke, Etrûş û Şêxan bi Hêla Boriya Petrola Kurdistanê ve were girêdan û ji wir jî ber bi Lîmana Ceyhan a Tirkiyê ve were veguhastin.

Dirêjahiya xeta boriyê 40 kîlometre ye û gava ev xet were temamkirin, rojane 75 – 80 hezar bermîlên din jî werin hinardekirin.

Şîrketa Taqa ku navenda wê li Îmaratê ye û li Herêma Kurdistanê di bîra Ertûş de dixebite, bi daxuyaniyekê ragihand, rojane 30 hezar bermîl petrol têne hilberandin.

Şîrketa Gulf Keystone ku navenda wê li Brîtanyayê ye, rojane 35 – 40 hezar bermîl petrol hildiberîne.

Qeymiqamê navçeya Şêxan a ser bi Duhokê ve Serdar Yehya ji Rûdawê re ragihand, di meha Sibatê de dest bi xebata avakirina xeta boriyê kirine û ji sedî 35ê wê jî temam bûye.

Serdar Yehya diyar kir: “Xebat heta meha Gulanê, dê xilas bibin.”

Xerckirinên Herêma Kurdistanê ji sedî 95 ji dahatên petrolê têne kirin. Ji ber vê jî veberhênanên mezin nayê kirin.

Cîgirê Serokê Komîsyona Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê Dilşad Şeiban ragihand, rojane 600 hezar bermîl petrol têne hinardekirin.

Bi daxwaza Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî El-Malikî di sala 2014an de ji sedî 17ê budceya Kurdistanê û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hate qutkirin û heta niha jî ew biryar nehatiye sekinandin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, hefteya bihurî li Emmanê ji Rûdawê re diyar kiribû:

“Niha pirsgirêka ku divê di serî de were çareserkirin, mijara petrolê ye. Piştre jî budce û dabeşkirina budceyê divê em biaxivin. Pêwîst e li ser yasayekî li hev bikin û navê wê jî bikin ‘Dahatên Aboriyê yên Iraqê’. Di nav vê de li gor parêzgehan, divê were diyarkirin ku dabeşkirin çawa be. Di zemîneke aram de em dikarin vana biaxivin û çareser bikin.”

Rudaw
Top