Serok Barzanî pîrozbahiyê li rojnameya Xebat kir
Birêz Sernivîskar û Rojnamevan û Karmendên Rojnameya Xebat
Silav û rêz
Bi helkefta 58 saliya derxistina rojnameya Xebat germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim.
Niha li sayeya qurbanîdana Pêşmerge û xweragiriya gelê me, Kurdistan wekî yekem têkşikênerê efsaneya dirindetirîn rêxistina terorîstî ya cîhanê, pêgehekî bilind û rêz û hûrmetekî mezina navdewletî heye û nabê qurbanîdana gelê me bê encam bê û divê gelê Kurdistanê bigihe serweriya xwe û xwedî biryar û çarenivîs û jiyana xwe bê.
Rojnameya Xebat herdem bi ruh û giyanekî Pêşmergane ve dakokîkarêkî mafê rewayê gelê me bûye û li rûyê pabendbûna bi erkê neteweyî û niştîmanî û gihandina peyama aştî û pêkvejiyanê û dengê rewaya tevgera rizgarîxwaza gelê me, her li destpêkê ve heta niha li pêşengdaye û li vê qonaxê da jî erkê we û hemû ragihandinan bersîva wan hewlên kesan bidin ku kar li ser bê îradekirin û şikandina bawerî bi xwebûna takekesê Kurd dikin.
Destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftina zêdetir ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
03.04.2017
