• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK lêpirsînê li gel xelkê Xanesorê dike!

PKK lêpirsînê li gel xelkê Xanesorê dike!
Rêveberê nahyeya Sinûnê diyar kir: ‘’PKK xaleke kontrolê li Xanesorê daniye bo lêpirsîna li gel wan kesên hatin û çûnê di navbera Sinûnê û Xanesorê de dikin.’’

Rêveberê nahyeya Sinûnê Nayif Seydo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta astekê hatin û çûn di navbera Sinûnê û wargeha Xanesorê de heye, ew jî tenê bo welatiyên sivîl e. Li xala kontrolê ya PKKê xelkê sivîl rastî lêpirsînê dibin, bêhtir hatin û çûn di rêya ax de pêktê, ji Xanesorê bo Kersê. Ew jî her diçe bo wê xala kontrola PKKê û pirsgirêkê bo hemwelatiyan ava dike.

Herwaha got: ‘’Ew malbatên carek din ji ber bûyerên 03.03.2017ê koçber bûn û ji Xanesorê derketin, ji ber metirsiya PKKê hîn jî ne vegeryane ser malên xwe. Hebûna PKKê li Şingalê gelek aloziyan bo xelkê ava dike.’’

Basnews
Top