Erdogan: Tirkîyê dê waneyekê bide Awropa
Receb Tayib Erdogan digel nêzîkbûna rêferanduma desturî ya welatê xwe li ser gefan berdewame û di dawî gotara xwe jî da li Enqereya paytexta Tirkîyê ragîhand; Tirkîyê û gelê wê dê li 16ê vê mehê waneyekê bide Awropa ku çi caran neyê ji bîrkirin û got: Awropa çi caran nikare zîyanan bighîne Erdogan.
Erdogan herwesa gotîye jî: welatên Awropa ew 54 salin rê nadin Tirkîyê bibe endam di Yekîtîya Awropa da, ji ber ku, ew xaçperestin û dem hatîye Tirkîyê bersivê bide.
Gefên Erdogan ji bo Awropa di demekî dane ku hijmareka welatên Awropa rê nedane propaganda hilbijartinên guhertina desturî li welatên wan bên kirin û Erdogan û hikûmeta AKPê, bi dîktator binav kirine.
War.tv
