• Sunday, 22 February 2026
logo

Mehmûd Osman: Li ser pirsa referandomê Ebadî nermtire ji Malikî!

Mehmûd Osman: Li ser pirsa referandomê Ebadî nermtire ji Malikî!
Siyasetmedarê kurd amaje bi vê yekê dike pirsa referandomê pirseke giringe û divê li ser vê pirsê li gel Bexda gotûbêj bê kirin û dibêje: ‘’Di nav Iraqiyan de jî vê derbarê de nêrînên cuda hene.’’

Siyasetmedarê navdar ê kurd Dr. Mehmûd Osman li ser pirsa referandomê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li ser pirsa referandomê dibe şandeyek bilind a herêma Kurdistanê biçe Bexdayê û li wê derê helwêsta Bexdayê dê ronî bibe û awayê referandomê jî dê helwêstan diyar bike, ji ber eger referandom li sê parêzgehan be, wê demê ti kesek dijî vê yekê nîne, lê eger tu li navçeyên Kerkûkê, Şingalê û Xaniqînê referandomê bikî, dibe li gel Bexdayê pirsgirêk derbikevin.’’

Herwaha got: ‘’Li gel wa hemûyan jî Heyder Ebadî, li ser vê pirsê nermtire ji Nûrî Malikî. Malikî tuned û peyvendiyên wî li gel Îranê heye, bandora Îranê û heşdî şeibî li ser wî heye, ji ber vê jî bi giştî Ebadî baştire.’’

Mehmûd Osman got: ‘’Heta naha tişta ku heyî, rêveberên Iraqê li gel vê yekê nînin û dibe bandorên herêmî jî hebe, ji ber vê bi baweriya min divê bi hûrgilî em lêbikolin û divê em hişyar bin, hemû partî li ser rêkbikevin, gotûbêjan li gel dewletan bikin, piştî referandomê divê encamên xwe hebe. Eger em bikarin piştî referandomê çarenivîsa xwe diyar bikin, ev yek pir giring dibe bo vê qonaxê.’’

Basnews
Top