Poul Bremer: Divê piştevaniya zêdetir ji Pêşmerge re bê dayîn
Rêveberê sivîl ê Amerîkayê li Iraqê yê sala 2003 heta 2004 Poul Bremer, ji K24 re ragehand, wek Iraq ereb, bo gelê kurd jî giringe bizanin piştî rêxistina tund a DAIŞê li Iraqê dê çi pêkbê?
Poul Bremer derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî ragehand, ew pirse navxweyî ya Iraqê û ew bixwe biryarê divê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Rêveberê sivîl ê Amerîkayê li Iraqê amaje bi hevpeymaniya Pêşmerge û Amerîkayê kir û ragehand, Pêşmerge di 20 salên borî de hevpeymanê Amerîkayê bûye.
Herwaha daxwaz kir, divê zêdetir alîkarî û piştevanî ji hêzên Pêşmerge re bê kirin û ragehand, ‘’Divê piştevanî bê kirin û çek û pêwîstiyên şerê dijî DAIŞê bê dabîn kirin.’’
Piştî têkçûna rejîma Baas a Iraqê, Amerîkayê Poul Bremer ji sala 2003 heta 2004 wek rêveberê sivîl ê Amerîkayê li Iraqê destnîşan kiribû.
Basnews
