• Sunday, 22 February 2026
logo

Parêzgarê Kerkûkê: Ala Kurdistanê nayê xwarê

Parêzgarê Kerkûkê: Ala Kurdistanê nayê xwarê
Parêzgarê Kerkûkê bersiv da biryara Parlamentoya Iraqê û ragihand; “Ji aliyê destûrî ve mafê me heye û Ala Kurdistanê li Kerkûkê nayê xwarê.”

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bersiv da pirsên rojnamevanan ên derbarê biryara Parlamentoya Iraqê ya li ser bilindkirina Ala Kurdistanê.

Kerîm got; “Ji aliyê destûrî ve bilidkirina Ala Kurdistanê bi biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ye û yasayî ye. Lewma eger di dadgeheke dadperwerane de ev pirsgirêk weke yekalîkirin, dadgeh maf dide me.”

Necmedîn Kerîm tekez kir, ku ew dê Ala Kurdistanê li Kekrûkê danexin û parlamenterên kurd jî dê li Bexdayê li ser vê mijarê karên xwe yên yasayî bikin.

Encûmena Parêzgeha Kekrûkê roja 28ê Adarê biryar da, ku li tevahî sazî û dezgehên parêzgehê Ala Kuridstanê were bilindkirin.

Rêveberiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên kurdî piştgirî dane vê biryarê.

Roja 1ê Nîsanê jî Parlamentoya Iraqê biryar da, ku li Kerkûkê ji bilî Ala Iraqê ti aleke din neyê bilindkirin.

Rudaw
Top