Osman Ocalan: Ya baş ew e kurdên Bakûr di referandoma Tirkiyê de bê alî bin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh ji bo referandoma serokatiyê çû bajarê Diyarbekirê yê Bakûrê Kurdistanê.
Erdogan li wir bi tundî êrişî HDP û PKKê kir û ragihand ku qasidê aştiyê jî mîmarê aştiyê jî ew in ne kesekî din.
Serokomarê Tirkiyê anî ziman ku ew amade ne bi her kesî re rûnên bi şertekî ku di destê wî de çek nebe. Erdogan ji xelkê Diyarbekirê û kurdên Bakûr jî xwast di referandomê de dengê “erê” bidin.
Siyasetmedarê Bakûrî Osman Ocalan li ser serdana Erdogan û peyama wî li Diyarbekirê, ji BasNewsê re axivî. Ocalan diyar kir ku peyama Erdogan ya ku gotibû “emê bi her kesî re rûnên bi şertekî ku di destê wî de çek nebe” peyameke bê navnîşan û adrês bû. Ji ber ku ti pilan û bernameya Erdogan û dewleta wî bo çareserkirina pirsgirêka kurd nebû û nîne. Vêca çawa daxwaz ji kurdan dike piştgiriyê bidin wî!
Osman Ocalan anî ziman ku Erdogan di demekî de serdana Diyarbekirê dike ku Tirkiye ji aliyê rojava ve hatiye dorpêçkirin û got, Amerîka û Rûsya jî li dijî Tirkiyê ne. Ji ber wê jî pêwîstiya Tirkiyê ji hemû demê zêdetir bi kurdan heye. Eger Tirkiyê bi kurdan re tifaqê bike dê ji hev belav nebe lê eger wisa neke hêzên neyarên Tirkiye jî dê mîna Sûriye û Iraqê ji hev belav bibe.
Ocalan li ser referandoma serokatiya Tirkiyê, ku roja 16 vê mehê tê encamdan jî axivî û got, di referandomê kurd dê bibin sê pişkan; beşek ji kurdan bi taybet yên ku alîgirên AKP û hikûmetê ne, dê dengê “erê” bidin beşek ji wan bi taybet yên ku alîgirên PKKê ne dê dengê “na” bidin û beşek jî dê di navberê de bimînin û nizanin çi bikin. Lê li gorî min, ya baş ew e kurd bê alî bimînin ji ber ku ti piroje û pilaneka dewleta Tirkiyê bo çareserkirina pirsgirêka kurd tine.
Basnews
