• Sunday, 22 February 2026
logo

Şêwirmendiya dîwana şah: Şah Selman piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike

Şêwirmendiya dîwana şah: Şah Selman piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike
Şêwirmendê dîwana şahê Erebistana Siûdî aşkera kir, ku Şahê Erebistana Siûdî Şah Selman piştevanê serxwebûna Kurdistanê ye.

Li gor nûçeya malpera Keyhan El Erebî ku pişta xwe girêdide rojnameya Ukaz a Erebistana Siûdî, şêwirmendê dîwana şahê Erebistana Siûdî Ebdula Bin Ebdulezîz Bin Mihemed Elrebîe ragehand ku serdana şah a herêma Kurdistanê û hevdîtina wî ya li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serkeftî bû û rewşa navçeyê ya dawiyê û şerê du salen borî yê herêma Kurdistanê yê dijî terorîstan hatiye nirxandin û herwaha hewandina milyonan koçberan hatiye gotûbêj kirin.

Herwaha got, Kurdistan xwedî hêzeke mezin a aborî, rewşenbîrî, siyasî û leşkerî ye, ku heta naha Îran û Tirkiyê nekarîne li ser herêma Kurdistanê bi bandor û hakim be, ev jî bo serxwebûna Kurdistanê giringe û dibe sedemê parastina seqamgiriya temamî.

Şêwirmendê şahê Erebistana Siûdî diyar kir, Kurdistan dikare berjewendiyên xwe bi awayek serbixwe dabîn bike û herçend gef û metirsiyên ji aliyê welatên cîran hebe jî dikare vê yekê bike û wek navçeyeke bihêz dikare hebûna xwe bi parêze. Herwaha got: ‘Şah Selman Ebdulezîz piştevaniya xwe ya temamî bo serxwebûna Kurdistanê teqez ragehandiye, herwaha daxwaza xwe ya bilind kirina asta peyvendiyên Erebistana Siûdî û herêma Kurdistanê di hemû karûbar û aliyan de jî ragehandiye.’’

Basnews
Top