• Sunday, 22 February 2026
logo

Mekteba sîyasî ya Yekîtîyê piştevanîya xwe ji bo referandumê dîyar kir

Mekteba sîyasî ya Yekîtîyê piştevanîya xwe ji bo referandumê dîyar kir
Mekteba sîyasî ya Yekîtîyê piştevanîya xwe bo pirsa referandumê dupat kir û ragîhand: şandeka Yekîtîyê dê ji bo pirsa serxwebûnê serdana Partî û alîyên sîyasî bike.

Îro mekteba syasî ya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê kom bû û piştî kombûnê ragîhandinek belav kir û dawî biryar li ser nexşerêya Yekîtîyê ji bo çareser kirina pirsan da û dîyar kir: referandum ji bo serxwebûnê wek mafekî çarenivîsaz yê gelê Kurdistanê ye li herêmê û deverên din yên Kurdistanê.

Di kombûna Yekîtîyê da biryar hat dan, şandeka Yekîtîyê ji bo pêk anîna komîteyeka Kurdistanî ya pratîkî ya taybet ji nûnerên alîyên sîyasî û pêkhateyên Kurdistanê û bi armanca bicîh anîna qonaxa referandumê û pirsa serxwebûna Kurdistanê, serdana Partîya Demokrata Kurdistanê û alîyên din yên sîyasî bike.

War.tv
Top