Mîsal Alûsî: Parlamentoya Iraqê nikare rê li bilindkirina ala Kurdistanê bigre!
Îro 01.04.2017ê parlamentoya Iraqê bê beşdariya fraksiyonên Kurdistanê deng li dijî bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê dan. Serokê hevpeymaniya demokrasiya sivîl a parlamentoya Iraqê Mîsal Alûsî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev biryar xelete, naha dema tu serdana Amerîkayê dikî, li pêş her endameke kongrê, dibînî ala Amerîka û ala wîlayeta xwe heye û hin caran jî ala partiya wî jî heye. Bi taybet dewleta başûr hebû li Amerîkayê ku naha nemaye, lê ala wan her maye û xelk rêz lê digre.’’
Alûsî got, hikûmet nikare ava vexwarinê bo parêzgeheke wek Basra dabîn bike û asayîş bo parêzgehên başûr dabîn bike, mafê wan tineye rê li bilindkirina ala herêmeke destûrî bigre.
Herwaha got: ‘’Li parlamentoya Iraqê biryar bî vî awayî ne, eger balyozê Îranê amajeyekê bide, wê demê dengdan bi coreke din dibe û eger balyozê Amerîkayê amajeyek da, biryar bi coreyek din dibin.’’
Serokê hevpeymaniya demokrasiya sivîl a parlamentoya Iraqê Mîsal Alûsî got: ‘’Hemû siyasetên hikûmeta Iraqê li gor wê yekê ye ku Kurdistanê ji Iraqê cuda bikin, bo nimûne kesek kaxezekê dadweriyê ji Hewlêr bîne Bexda, divê biçe li wezareta derve ya Iraqê bipejirîne, ku bikare karê xwe bike.’’
Derbarê referandomê û pirsa serxwebûnê de jî got: ‘’Referandom mafeke pir asayî yê xelkê Kurdistanê ye, ku biryar di derbarê çareseriya xwe de bide. Ez wek Mîsal Alûsî, piştevanê referandomê me û dengê belê ezê bidim serxwebûna Kurdistanê.’’
Basnews
