Serok Barzanî li gel Parêzger û Encûmena Parêzgerê Musilê civiya
Li civînê de Parêzger û Serokê Encûmen û Cîgir û Nûnerên pêkhatên olî û neteweyiyên parêzgeha Nînowa pêzanînên xwe yê ji bo qurbanîdana Pêşmerge li şerê terorîstên Da'îş û azadkirina navçeyên wan nîşan da û spasî erk û keda Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê dijî Da'îş kir û rola Serok Barzanî li cîgîrkirina mafên pêkhatan û parastina wan de bilind nirxandin. Her wiha spasî Hikûmet û xelkê Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin ku yarmetiya sedan hezar koçber û lêqewimiyên parêzgeha Musilê dane. Eve jî xisterû ku asayîş û aramî û geşbûna Nînowa û Herêma Kurdistanê bandorê li ser hevdû heye û ji bo wê yekê divê li peywendî û hemahengiyeke berdewam da bin.
Amadebûyên civînê daxwazê ji Serok Barzanî kirin ku li palpiştiya xwe ya ji bo parêzgeha Nînowa berdewam bê û ji bilî balkişandina wan ziyanên ku li encama şer li ber jêrxana bajarê Musilê ketiye gileyî ya ewe jî li Bexda kirin ku li yarmetîdana xelk û îdareya Musilê de kêmterxeme.
Li dirêjahiya civînê de nûnerên pêkhatên Mesîhî û Êzîdî û Turkmen û Şebek û Erebên parêzgeha Musilê têbînî û pêşniyarên xwe yên di derbarê rewşa parêzgeha Nînowa xistinrû.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî balkişandina wê yekê ku Encûmena Parêzgeha Nînowa nûnerê şer'î yê nîştecihên Nînowane wê yekê dûpatkirin ku agahdarî êş û keda nîştecihên parêzgeha Nînowaye û yarmetîdana koçberan jî bi erkekî mirovî û niştîmanî wesif kir û eve jî xisterû ku civaka navdewletî û Bexda li yarmetîdana koçberan de kêmtirxem bûye. Ronahî jî xiste ser sedemên serhildan û geşbûna Da'îş li wê parêzgehê û behsa wan ziyanên mirovî û maddî û wan gefan kir ku li encama êrîşa Da'îş de rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûye û ragihand ku Herêma Kurdistanê nikarê beranber paşaroja Musilê temaşager bê û pêwîste li paşaroja pêkhatan û parêzgeha Nînowa û asayîşa Herêma Kurdistanê dilniya bîn û êdî rê nedin karesat û gef dûbare bibin.
Serok Barzanî eve jî ji bo amadebûyan ronahî kir ku qonaxa piştî Da'îş girîngiyeke xwe ya taybetî heye û ji bo rêgirtina li kûrbûna kêşeyan pêwîste xelkê xwecihê wê parêzgeha xwe birêve bibin û bikarin xwe biparêzin. Tekez li siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê jî kir ku dijî her kes û aliyek bi bê cûdahî neteweyî û tayîfî radiwestê ku hevdest û hevkarê Da'îş bûye û çavpoşî li tawanên wan nayê kirin, li heman demê da piştevanê xelkê sivîl û wan aliyanin ku hîç peywendiyeke wan bi Da'îş ve nebûye.
