• Sunday, 22 February 2026
logo

Fermandarê Amerîka: Hêzên me heta demek dirêj li Kurdistanê dimînin!

Fermandarê Amerîka: Hêzên me heta demek dirêj li Kurdistanê dimînin!
Fermandareke payebilind ê Amerîkayê ragehand, ku artêşa welatê wan heta demeke dirêj dê li herêma Kurdistanê bimînin.

Fermandarê hêzên hevpeymana navnetewî yê dijî rêxistina tund a DAIŞê general Stephen Townsend ji K24ê re ragehand, ku herçend peyvendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê nû nîne, lê di navbera salên 2011ê û 2014ê ti peyvendiyeke leşkerî nebûye.

Herwaha ragehand, piştî êrîşên DAIŞê yên li ser başûrê Kurdistanê, peyvendiyên Washington û Hewlêrê gohertin tê de pêkhatin û bihêzbûn.

Ew fermandarê Amerîkayê amaje bi vê yekê jî kir, ku mayîna hêzên artêşa Amerîkayê heta demeke dirêj li herêma Kurdistanê dê bimînin.

Basnews
Top