• Sunday, 22 February 2026
logo

Navenda Demokrasî û mafê mirov: Girtinên PKKê li rojavayê Kurdistanê berdewamin!

Navenda Demokrasî û mafê mirov: Girtinên PKKê li rojavayê Kurdistanê berdewamin!
Navenda demokrasî û mafê mirov li Kurdistanê aşkera kir, hêzên asayîşa PYDê ya ser bi PKKê li rojavayê Kurdistanê girtina endam û alîgirên partiyên opozîsyonê berdewam dikin.

Li gor daxuyaniya navendê ku binkeya wê li bajarê Hanover a Almanyayê ye, îro 01.04.2017ê daxuyaniyek belav kir û wêneyek daxuyaniyê jî ji BasNewsê re hate birêkirin û tê gotin, roja 30.03.2017ê asayîşa PYDê li sînorê bajarokê Dirbespiyê avêtine ser mala yek ji endamên PDK-Sê û bê biryareke dadgehê ew girtine. Herwaha tê gotin her li wan du roja de hêzên asayîşa PYDê hemwelatiyê bi navê Terad Hîlal Oso li gundê Îzamyê girtine û heta naha jî li zîndanê ye.

Heman navendê aşkera kir girtinên ne yasayî yên hêzên PKKê li rojavayê Kurdistanê berdewamin û li bajarê Hesekê xwandevanê zankoyê yê bi navê Diyar Sîno hatiye girtin û ew jî hîn li zîndanê ye. Navendê li ser wê helmeta girtinên asayîşê, daxwaz li hêzên PKKê yên rojavayê Kurdistanê kiriye, hemû girtiyên siyasî û çalakvanan azad bikin û daxistina dosyaya girtinên siyasî bi dawî bikin.

Basnews
Top