Partiyên tirkmen: Ala Kurdistanê ala me ye
7 partiyên tirkmen ên li Herêma Kurdistanê, ragihandin, Alaya Kurdistanê ala wan û ya hemû pêkhateyên din ên li herêmê ye.
Partiya Geşepêdanê ya Tirkmen, Partiya Demokrat a Tirkmen, Komeleya Lîbalî ya Tirkmen, Partiya Rizgarî ya Tirkmen, Partiya Rewşenbîriyê ya Tirkmen, Bizava Demokrat a Tirkmen û Partiya Gel a Tirkmen bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe ji bo bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê ragihandin.
