Peyama Serok Barzanî ya ji bo serê sala nû ya Babilî Aşûrî
Bi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kildan Siryan Aşûrî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim ev helkeft û serê sala nû ya Aşûrî Babilî destpêkekî nû bê ji bo nehiştina yekcarekiya wan êşên ku li encama hizra tundrewî û êrîşa terorîstan pêkhatiye.
Li vê helkeftê de eve ji bo xuşk û birayên gelê Kildan Siryan Aşûrî dûpat dikim ku Kurdistan welatê me hemûyane û li xweşî û nexweşiyê da me yek çarenivîs heye û li dijî teror û cûdakariyê de li yek bereyêdane. Pêwîste çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyî parastî bê û kûrtir bibê û li Kurdistanê da hizra tundrewî û tayîfegerî û înkarî cihê xwe nabê.
Hêvî dikim hemû ew xuşk û birayên li jiyana koçberiyê dane bi zûtirîn demî bi serbilindî vegerin navçeyên xwe û paşaroja wan mîsoger bibê.
Hêvîdarim aştî û bextewerî ji bo Iraq û navçeyê vegerê û hun yên azîz jî bigihin mafên xwe yên rewa û li sayeya azadî û aramiyê da cejnên xwe bikin.
Mesûd Barzanî
31.03.2017
