Balyozê Tirkiyê: Em ne li dijî hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê ne
Parlementerê YNKê Newzad Resûl ji Rûdawê re ragihand “Li ser daxwaza Balyozê Tirkiyê Fatih Yildiz, parlementerên YNKê yên li Parlementoya Iraqê, balyozê Tirkiyê û cîgirê wî, îro li avahiya balyozxaneyê, me hevdîtinek pêk anî. Di civînê de li ser Iraqê û bi taybetî jî li ser geşedanên li Kerkûkê, di derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê de me ramanên xwe bi hev re parve kirin.”
Newzad Resûl bal kişande ser helwesta balyozê Tirkiyê ya li hember bilindkirina Ala Kurdistanê û got “Balyozê Tirkiyê ragihand, Tirkiye ne li dijî Ala Kurdistanê ye û rêz li ber digire. Herwiha diyar kir, ji bo ev pirsgirêk di çarçoveya destûra Iraqê de were çareserkirin, dê piştgirî bidin.”
Parlementerê YNKê herwiha destnîşan kir, Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Fatih Yildiz aşkera kiriye ku li gel nûnerên tirkmen û ereb ên Kerkûkê civînek pêk aniye û ji wan xwestiye ku biryara bilindkirina Ala Kurdistanê, divê pir zêde mezin nekin û bi rêya diyalogê çareser bikin.
Rudaw
