Mela Bextiyar hişyarî da: Li Şingalê ti kes nikare kantonê ava bike
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar derbarê serxwebûna Kurdistanê, hebûna PKKê li Şingalê û gotegotên li ser avakirina kantonê li Şingalê û çend mijarên din hevpeyvînek bi çend medyayên welatê Hungariyayê (Mecaristan) re pêk aniye.
Mdeya 140 berî referandumê
Derbarê nakokiyên navbera aliyên Kurdistanî li ser pirsa serxwebûnê de, Mela Bextiyar dibêje: “Weke Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê referendum bo serxwebûnê stratejiya me ye, lê belê bi nêrîna me deverên nakokî li ser û cîbicîkirina madeya 140 pêş bikevin, baştir e.”
Mela Bextiyar herwiha got: “Eger em wan deverên nexin ser Kurdistanê, dê di dema referendum û ragihandina serxwebûnê de pirsgirêkên mezin ji me re çêbibin, çimku şahdemara aboriya Kurdistanê, Kerkûk e.”
Bexda bo yekemîn car guh dide meseleya serxwebûna Kurdistanê
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê behsa serdana herî dawîn a şanda siyasî ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Bexdayê dike û dibêje: “Cara yekê ye ku ji bo mesleya serxwebûnê, Bexda guh li me digire. Ev guhdan bûye cihê gotûbêjê, şanda herî dawîn a Kurdistanê bi serokatiya cenabê Barzanî, ku ez endamê wê şandê bûm, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Sosyalîst û Cîgirê Sekreterê YNKê rêzdar Kosret Resûl, li gel aliyan bi Serokwezîr, Serokê Parlamentoyê û serokên hemû partiyan re, me bi aşkera û bi zelalî behsa referandumê bi wan re kir.”
Mela Bextiyar bi hêvî ve behsa wan gotûbêjan dike û radigihîne: “Ew diyalog û gotûbêj dê li gel Bexdayê û partiyên Bexdayê berdewam be. Tekane dewlet û yekemîn dewlet, ku divê em pê re bigihîjin lihevtêgihîştinekê, Bexda ye, berî dewletên din ên herêmî.”
Kes nikare bêje ezê kantonê li Şingalê ava bikim
Derbarê rewşa Şingalê de jî, berpirsê pilebilind ê YNKê helwesta xwe aşkere dike.
Mela Bextiyar li ser vê mijarê daxwaz ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike, bi rêkevtineke siyasî ya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û aliyên din, arîşeya rêveberî û siyasî ya li Şingalê çareser bike.
Mela Bextiyar ragihand, ku ti kes û alî nikare û mafê wê yekê nîne, ku li Şingalê kantonê ava bike.
Di berdewamiya axavtina xwe de Mela Bextiyar tekezî li ser wê yekê kir, ku pirsgirêka li Şingalê dê bi lihevkirina navbera PKKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên Başûrê Kurdistanê were çareserkirin û da xuyakirin: “Ne bi pêdagirtin (îsrara) li ser wê uekê ku kantonê li Şingalê ava bikin. Di rastiyê de, ti aliyek nikare û mafê wê nîne ku li Şingalê wê yekê bike, me jî weke YNKê mafê wê yekê nîne, di demekê de ku mez bi hezaran hezar pêşmerge li wan navçeyan heye, em nabêji ku em dê navçeyekê ava bikin ku ser bi YNKê be. PDK jî nikare wê yekê bike, her çend ku PDK li gorî encamên hilbijartinan li wê derê partiya serdest bûye.”
Kes bi bijardeya kurdatiyê di nav refên Heşda Şeibî de nîne
Li ser mijara tevlîbûna xortên Kurd di nav refên Heşda Şeibî de û tomarkirina navan bo wê hêza şîeyan, serkirdeyê YNKê aşkera kir: “Heşda Şeibî yek sunnî jî têde nîne heta niha, yek kurd jî têde nîne bi bijardeya kurdîtiyê. (Ez dibêjim bi bijardeya kurdîtiyê). Ewên ku bi wan re ne, ew kurd in ku ji bo pere û bîr û baweriyên mezhebî û tayifî çûne. Me bi ti awayekê heta niha jî me yek kurd jî dehf nedaye ku biçe û tevlî Heşda Şeibî bibe. Belku ji me re nexweş e jî ku li navçeyên nakokî li ser, Heşda Şeibî hebe. Çimku pêwîst nake, Pêşmerge gelek baştir ji Heşda Şeibî di parastina wan navçeyan de rol dîtiye.”
Rudaw
