Wezîrê derve yê Amerîka li Tirkîyê ye
Ajansa Anadol aşkere kir; Rêkis Têlerson wezîrê derve yê Amerîka îro 30ê Adarê gihîşt Enqereya paytexta Tirkîyê û digel serok û serok wezîr û wezîrê derve yê wî welatî wê kom bin.
Şerê Daişê, hemahengîya Enqere û Waşinton û qeyrana Sûrîyê, herwesa babetên girêdayî Fethulla Gulen û çend babetên din, wê di çarçovê serdana Tîlerson da bêne gotubêj kirin.
Li gorî zanyarîyên wezareta derve ya Tirkîyê, piştî referanduma guhertina desturê, Receb Tayib Erdogan jî wê serdana Amerîka bike û digel Donald Trum kom bibe.
War.tv
