• Sunday, 22 February 2026
logo

Derbarê bilindkirina alaya Kurdistanê de ji Amerîkayê daxuyanî

Gulan Media March 30, 2017 Nûçe
Derbarê bilindkirina alaya Kurdistanê de ji Amerîkayê daxuyanî
Rayedarekî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê got: “Divê iraqî ji bo avakirina Iraqeke demokrat, yekgirtî û aram bixebitin.”

Rûdawê mijara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên Kerkûkê, ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pirsî.

Rayedarekî pile bilind ê wezaretê ji Peyamnêrê Rûdawê re wiha got: “Divê iraqî ji bo avakirina Iraqeke demokrat, yekgirtî û aram bixebitin. Ji bo şîroveyên zêdetir baştir e peywendî bi hikûmata Iraqê re bêne kirin.”

Encumena Parêzgeha Kerkûkê roja Sêşemiya 28.03.2017ê di civînekê de bi fermî û bi piraniya dengan biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî û fermî yên wê parêzgehê pesend kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku biryar yasayî ye.

Rudaw
Top