Biryara Trump a vîzeyan ji aliyê dadgehê ve bê dem hat rawestandin!
Dadgerê federal ê Hawaiyê Derrick Watson ku di 15ê Adarê de biryara Trump a qedexeya vîzeyan dabû rawestandin ragihand ku hetanî biryareke duyemîn biryara qedexeya vîzeyê bê dem diyar be hatiye rawestandin.
Dadgerê federal ê Hawaiyê Derrick Watson derbarê mijarê de daxwaza dawekaran nirxand û di biryara xwe ya duhî de biryara qedexeya vîzeyê ku bi demkî rawestandibû bi awayekî bê dem gohert.
Watson di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Dadgeh nikare vekişe qoziyekê, derebeyên xwe bigire û weke ku ti tişt nebuye tevbigere. Biryara ku me girtiye raste û ez li pişta biryara xwe me."
Piştî vê biryara Watson, Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku ew ê dozê bibin Dadgeha 9emîn a Temyîzê.
basnews
