• Sunday, 22 February 2026
logo

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê di derbarê bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê

Gulan Media March 30, 2017 Nûçe
Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê di derbarê bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê
Bilindkirina ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê karekî yasayî û asayiye û ne babetekî nû ye, her wekî çawa bilindkirina ala Iraqê jî li Kerkûkê babetekî yasayî û asayiye. Her li piştî rûxana rejîma berê ya li sala 2003 û bi taybetî jî piştî hatina Da'îş ala Kurdistanê li Kerkûkê hebûye û her ew ala jî Kerkûkê ji gef û êrîşa terorîstan parastiye.

Ji bo wê yekê pêwîst bi wê yekê nake ev babet gelek bê mezin kirin û bibê maddeya gengeşe û ji hevdû veqetandina di navbera pêkhat û aliyan û hîç aliyek jî nabê ji bo merama siyasiya xwe ya taybetî bikarbîne. Her wekî çawa ala Kurdistanê û Pêşmerge Kerkûkê parast, pêwîste çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên Kerkûkê kûrtir bêkirin û parastin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
29.03.2017

Top