" Dahatûya Parêzgeha Silêmaniyê nayê şandin bo Encûmena Wezîran "
Endamê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Ebdula Casim Receb ji BasNewsê re ragehand ku, nabe dahatûya bajarê Silêmaniyê neyê şandin bo Encûmena Wezîran û daxwaza dahatûya Dihok û Hewlêr bike, eger wiha be her du parêzgeh dikarin weke Silêmaniyê dahatûya xwe ji xwere bikarbînin ji ber ku, lewma nabe dahatûya Silêmaniyê bo wê bimîne û dahatûya Hewlêr û dihok were dabeşkirin li ser her 3ê parêzgehan.
Herwiha parlamenterê PDK li parlamentoya Kurdistanê da zanîn ku, dahatûya Hewlêr û Dihok bi awayeke aşkere bo Encûmena Wezîrên Kurdistanê tê rêkirin, lê şefafiyet di dahatûya Silêmaniyê de nîne û ti zaniyariyên Hikumet û parlamentoyê li ser dahatûya Silêmaniyê û dabeşkirina wê tûneye.
Basnews
