• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji Amerîkayê hişyariya bajarên Bakurê Kurdistanê

Gulan Media March 29, 2017 Nûçe
Ji Amerîkayê hişyariya bajarên Bakurê Kurdistanê
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê berî serdana wezîrê werve yê wî wî welatî Rex Tillerson ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya geştê kir.

Hişyarî berî serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi rojekê hat kirin.

Hemwelatiyên amerîkî ji bo metirsiya komên terorîst ên li Tirkiyê hişyarî hatiye kirin û herwiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxwaz ji welatiyên amerîkî kiriye neçin bajarê Edene û çend bajarên Bakurê Kurdistanê.

Wezaretê di hişyariya xwe de êrişa Klûba Reinayê bibîr anî û ragihand: "Peyvên li dijî Amerîkayê zêde dibin û dibe ku hinek alî teşwîqî êriş û tundiyê hemwelatiyên amerîkî bikin."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson dê sibe serdana Tirkiyê bike.

Rudaw
Top