• Sunday, 22 February 2026
logo

KERKÛK - Cebheya Tirkmenî: Hemû bijarde li pêşiya me ne

Gulan Media March 29, 2017 Nûçe
KERKÛK - Cebheya Tirkmenî: Hemû bijarde li pêşiya me ne
Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Turan li hember bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê bertek nîşan da û diyar kir, ku biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê, ne di destê encumena parêzgehê de ye.

Piştî ku Encumena Parêzgeha Kerkûkê roja sêşemiyê di civînekê de bi fermî û bi piraniya dengan biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî û fermî yên wê parêzgehê pesend kir, Cîgirê Serokê Bereyê Tirkmenî Hesen Turan li ser vê mijarê konferanseke rojnamevaniyê li dar xist.

Hesen Turan ragihand: “Îro Encumena Parêzgeha Kerkûkê biryara bilindkirina Ala Herêma Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî û fermî yên Parêzgeha Kerkûkê derxist. Bêguman derxistina vê biryarê di demekê de ye ku tirkmen û ereb, civîna encumenê boykot dikir. Derxistina vê biryarê, dabeşbûna civata Kerkûkê dide nîşandan.”

Herwiha Turan got:“Em weke tirkmen pêwendiyên me yên biratiyê di navbera tirkmen, kurd û ereban de berdewam in û li ser çarenûsa Kerkûkê em baladestiya yek-netewe û yek-partiyê şermezar dikin.”

Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî amaje bi wê yekê kir, ku ev biryar binpêkirina destûra Iraqê ye û go: “Çimku madeya 140emîn a destûra Iraqê şûnasa Kerkûkê diyar nekiriye, madeya 143yemîn a destûrê jî, sînorê Herêma Kurdistanê diyar kiriye. Di wê beşa ku dikeve bin desthilatiya herêm de ji pêş 17ê Adara 2013ê, di wê demê de ev biryar dijber e li gel birgeya 5ê yasaya hejmara 36 a sala 2008ê, ku dawa dikir rewşa Kerkûkê ji aliyê destûrê ve weke xwe bimîne heta ku hilbijartinên navxweyî werin pêkanîn.”

Herwiha Turan da xuyakirin: “Li gor me ev biryar şaş e. bi baweriya me parastina asayişa Kerkûkê tişta herî giring e. Lewma em ji hemû serkirdeyên Iraqê yên li Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê dixwazin ku bi aqilane û hekîmane biryarê bidin. Hesta biratiyê li vê parêzgehê, hestiyariya ku bi ser hemû tiştên din e, serdest bikin. Ew tiştê ku ji aliyê me hemûyan ve giring e, asayiş û siberoj e ku bêyî pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyan de pêk nayê.”

Weke din Hesen Turan destnîşan kir: “Hemû bijardeyên destûrî, yasayî, demokratîk û aştiyane emê bigrin pêşiya xwe û ev hemû bijardeyan li ber me vekirî ne. Ji van bijardeyan yek jî, serlêdana dadgehê ye.”

Rudaw
Top