• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî: Pêşmerge bi xuna xwe Şingal û çîyayê şingalê azad kir

Gulan Media March 29, 2017 Nûçe
Barzanî: Pêşmerge bi xuna xwe Şingal û çîyayê şingalê azad kir
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ragîhand; ew karesta bi serê Êzîdîyan hatîye, pêşmerge bi xuna xwe tola wan ji terorîstan vekir û Şingal û çîyayê Şingalê û rêyên wê rizgarkirin.

Li gorî ragîhandineka serokatîya herêma Kurdistanê, Barzanî di hevdîtinekê da digel şandeka komeleya Yekbûn ya Kurdî li bajarê San Pêtrizborg a Rûsî ragîhand û got: piştî Şingal hat rizgarkirin, armanca serekî ewe ji nû bê avakirin û xelkê wê û derdorê bikaribin jîyana xwe berdewamîyê pê bidin.

Ji alîyê xwe ve şanda komeleya Yekbûn ya Kurdî tekez kir ku gelê Kurd li Rûsya û hemû cîhanê hêvîya wan bi ezmûna herêma Kurdistanê û serkirdayetîya Barzanî heye, bo wê yekê gelê Kurd bikaribe li ser erdê xwe serbixwe be û xwedîyê biryarê be.

Şanda komeleya Yekbûn got jî; ew amadene wek pêşmerge li her cihekî xizmeta Kurdistanê û armancên bilindên gelê Kurdistanê bikin.

War.tv
Top