Tirkiyê li ser hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê daxuyanî da
Îro Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji bo bi fermîkirina biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahî û baregehên hemû saziyên fermî yên wê parêzgehê civiya.
Di civîna îro ya encumenê de, biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê bi koma dengên endamên amadebûyî hat pesendkirin û piştre di merasîmekê de bi amadebûna Parzêgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Serokê Encumena Paêrzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî û nûnerên encumenê û berpirsên rêveberiya wê parêzgehê, bi awayekê fermî Ala Kurdistanê li ser avahiya Parêzgariya Kerkûkê hat bilindkirin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê de daxuyaniyek da û têde dilgiranî û bi fikarbûna xwe anî ziman.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Tirkiye biryara hildana Ala Kurdistanê li kêleka Ala Iraqê li ser avahiyên parêzgeha Kerkûkê bi biryareke rast nabîne û ji vê biryarê bi fikar e.
Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje, bi boykotkirina endamên tirkmen û ereb û pesendkirina biryarê bi awayekê yekaliyane, ew weke Tirkiyê binpêkirina statuya arîşedarbûna Kerkûkê û destûra Iraqê ye.
Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê dayîn, ku nasnameyên cuda li Kerkûkê hene û tekezî li ser wê yekê tê kirin, ku rijdbûna li ser tevgera yekalîyane derbarê statuya Kerkûkê de, dê zirarên bigihîne, diyalog û pêveajoya girêdayî destûra Iraqê.
Li gorî daxuyaniyê, herwiha pêngavên wisa dê bandoreke neyênî bike ser ewlehî û îstîqrara berdewam a li welat.
Wezareta Derve ya Tirkiyê rewşa xirab û krîtîk a Iraqê bi bîr tîne û bang li hemû aliyan dike, ku bi awayekê aqilane, berpirsane û miyanrew tevbigerin.
Rudaw
