Wezareta Pêşmerge: Pêşmergeyekî Swêdî ji aliyê PKKê ve hatiye revandin
Wezareta Pêşmerge, îro di daxuyaniyeke nivîskî de, ku nusxeyek bo BasNewsê hatiye şandin, ragihandiye, ev demek e pêşmergeyekî Sêwdî bi navê Tonî Êkman li devera Şingalê ji aliyê PKKê ve hatiye revandin. Em ji çarenivîsa wî dilgiran in.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew pêşmergeyê Swêdî, beriya ku derbasî Şingalê bibe, li Kerkûkê bûye û li kêleka Pêşmerge şerê DAIŞê kiriye.
Wezareta Pêşmerge daxwaz ji PKKê kiriye demildest wî pêşmergeyê biyanî berdin û ragihandiye, ew wî karê PKKê qebûl nakin, çi were serê wî pêşmergeyî PKK berpirs e.
K24
