• Sunday, 22 February 2026
logo

Balyozê berê yê Amerîka li Tirkîyê: Erdogan û Ocalan wê kom bibin

Gulan Media March 28, 2017 Nûçe
Balyozê berê yê Amerîka li Tirkîyê: Erdogan û Ocalan wê kom bibin
Balyozê berê yê Amerîka li Îraq û Tirkîyê ragîhand; Erdogan, YPGê û PKKê wê li hev bên, herwesa Erdogan dê di gel rêberê zîndankirî yê PKKê Abdulla Ocelan li Îmralîyê jî kom bibe.

Ajansa Sputnîk belav kirîye ku Cêmis Cîfrî, balyozê berê yê Amerîka li Îraq û Tirkîyê di gotarekê da behsa planên nû yên Amerîka kir û got: li gorî plana nû ya Amerîka li demekê nêzîk wê Daiş bê jinav birin, Amerîka jî ji niha ve wê nexşeya rojhilata navîn bughere.

Dîplomatkarê Amerîka got jî: Amerîka dixwaze serok komarê Tirkîyê Receb Tayib Erdodan û PKKê bighêjin rêkeftinê û ew rêkeftin wê di berjewendîya Erdogan dabe.

Tekez jî kir piştî rapirsîya destûrî, Erdogan wê di gel YPGê û PKKê da bighêjin rêkeftinekê.

Da zanîn jî, ji ber kartêkirina Ocelan li ser PKKê û YPGê, Erdogan wê serdana Îmralîyê bike û di gel Ocelan kom bibe.

War.tv
Top