• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK li Şingalê lawaz dibe, çekdarên xwe derbasî başûrî Kerkûkê dike

Gulan Media March 28, 2017 Nûçe
PKK li Şingalê lawaz dibe, çekdarên xwe derbasî başûrî Kerkûkê dike
PKK ji bilî Şingal, Qendîl û Mexmûrê, hêzeka xwe jî li başûrê Kerkûkê bicîh kiriye da ku li wir devereka mezin ya Kurdistanê zeft bike û tê de azadane hereket bike.

Jêderekî tenahiyê li Kerkûkê, ku nexwast navê wî were eşkerekirin, ji BasNewsê re got, piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî hinek deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin, PKKê komek çekdarên xwe ji Qendîl û Kurdistana Rojava û Mexmûrê derbasî Kerkûk, Şingal û Celewlayê kir bi hêceta şerê DAIŞê. Lê niyeta PKKê çêkirina kantonan û sepandina hejmoniya xwe ye li deverê.

Wî jêderî her wiha got, piştî ku Şingal ji aliyê Pêşmerge ve hat azadkirin êdî ti pêwîstî bi çekdarên PKKê nema û diviya wê deverê vala bikin lê PKK rijd bû li ser mana xwe li Şingalê. Herî dawî jî li wargeha Xanesorê çekdarên PKKê bûn sebeba derketina şer di navbera xwe û pêşmergeyên Rojava de.

Wî çavkaniyê BasNewsê eşkere kir ku ji ber şerê Xanesorê, rojane kurdên êzîdî yên ku tevlî PKKê bibûn, ji PKKê vediqetin û tevlî Pêşmerge dibin. PKK niha li devera Şingalê roj bi roj lawaztir dibe ji ber wê jî di heyama çend rojên borî de komek çekdarên xwe şandiye başûrê Kerkûkê da ku li wir navçeyekê ji bo zeft bke û tê de azadane hereket bike. Ew navçeya ku PKKê zeft kiriye, ji Mexmûrê dest pê dike û derbasî Kerkûk, Xurmatû, Kifrî û Kelar dibe û ji wir jî diçe aliyê Raniye, Qeladizê û Sengeser û Qendîlê.


Basnwes
Top