• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî û Kerkûk û alaya Kurdistanê di rojeva referandoma Tirkiyê de ne

Gulan Media March 27, 2017 Nûçe
Barzanî û Kerkûk û alaya Kurdistanê di rojeva referandoma Tirkiyê de ne
Neteweperestên Tirkiyê, pêwendiyên serokomarê wî welatî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bilindkirina alaya Kurdistanê li Tirkiyê û statûya Kerkûkê xistine rojeva referandoma serokatiyê û li dijî AKPê bikar tînin.

Xebatên referandoma serokatiya Tirkiyê didomin. AKP û MHP û partiyên nêzîkî wan piştgiriya sîstema serokatiyê dikin û kempênên xwe bo zêdekirina dengên “erê” encam didin. CHP û HDP û partiyên nêzîkî wan jî li dijî sîstema serokatiyê ne û bo zêdekirina dengên “na” kar dikin.

Lê neteweperestên Tirkiyê, her çiqas beşek ji wan di nav MHPê de dengê “erê” didin referandomê lê dîsa jî beşek ji wan, him di nav CHPê de him jî di nav MHPê de, di kempênên xwe de pêwendiyên Erdogan û Barzanî li dijî AKP û Erdogan bikar tînin û vê yekê dikin hêceta dijîtiya xwe ya li hember sîstema serokatiyê.

Mijareka din yak u neteweperestên Tirkiyê xwe pê ve digirin, statûya bajarê Kerkûkê ye. Ew dibêjin Kerkûk “bajarekî turkmenan” e û nabe alaya Kurdistanê li wir were bilindkirin. Tê zanîn vê dawiyê parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm roja 16 Adaraê ferman dabû li kêleka alaya Iraqê alaya Kurdistanê jî li ser banê dezgehên fermî were bilindkirin.

Alîkara berê ya serokê MHPê, Meral Akşener, ku ji MHPê hatiye avêtin li kempêna xwe ya li bajarê Îzmîrê de bi tundî êrişî serokê MHPê Devlet Bahçelî kir û got, ma te nedigot yan ez yan Barzanî?! Tu niha çima tiştekî nabêjî! Kerkûk ji destê me çû. Ma te nedigot ezê nimêja cejna Remezanê li Kerkûkê bikim, çi li te hat?!...”

Babeta din ya ku neyarên tirk yên Erdogan li dijî wî û AKPê bikar tînin, bilindkirina alaya Kurdistanê li Stenbol û Enqerê ye. Di serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî de bo Tirkiyê, alaya Kurdistanê him li firokexaneya Ataturk ya Stenbolê him jî li firokexaneya Esenboga ya Enqerê hatibû bilindkirin.

Referandoma serokatiyê li Tirkiyê roja16 Nîsanê tê encamdan.

Basnwes
Top