Li ser sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê 3 penaberên ji Rojavayê Kurdistanê di rûbarê Mawan de bin av ketin û canê xwe ji dest dan. Li ser sînorê navçeya Mêrgesora Başûrê Kurdistanê û navçeya Şemzînana Bakûrê Kurdistanê 3 penaberên kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê bin av ketin û heta niha jî termê jinekê nehatiye dîtin.