• Sunday, 22 February 2026
logo

Çavdêrekî siyasî: PDK ji ber sê sebeban nexşerêya YNKê red dike

Gulan Media March 27, 2017 Nûçe
Çavdêrekî siyasî: PDK ji ber sê sebeban nexşerêya YNKê red dike
Hat zanîn ku YNKê daxwaz kiriye serokatiya hikûmeta Kurdistanê, serokatiya Kurdistanê û serokatiya parlamentoya Kurdistanê di navbera PDK, YNK û Gorranê de bên parvekirin lê qet behsa kursiya serokomariya Iraqê nekiriye ku di encama lihevkirina YNK û PDKê re bûye para YNKê.

Çavêdêrê siyasî Dr. Midhet Silêman li ser nexşerêya YNKê, ya ku duh ji aliyê Encumena Navendî ya YNKê ve hat pesendkirin, ji BasNewsê re got, PDK ji ber sê sebeban nexşerêya YNKê qebûl nake. Sebeba yekem ew e ku PDK nakeve bin givaşa ti partiyekî û şert nîne partiyên din li gorî nexşerêya YNKê rabin û rûnên.

Dr. Midhet Silêman her wiha got, li Bexdayê li gorî rêkeftina navbera PDK û YNKê, hinek kursî bûne para YNKê mîna kursiya serokomariyê. Lê dibe ku para YNKê li ber çavan re were derbaskirin, ev jî sebeba duyem e ku PDK nexşerêya YNKê qebûl nake.

Wî çavdêrê siyasî li ser sebeba sêyem jî axivî û got, qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve tê pesendkirin yan redkirin, ev jî wê wateyê ku qanûna serokatiyê girêdayî ti partiyekî nîne. Xelk biryar dide kê hikûmetê birêve bibe.

Li gorî wî çavdêrê siyasî, nexşerêya YNKê di bin bandora siyaseta herêmî de hatiye nivîsandin da ku kêşe ji PDKê re çêbike û hîlala şîe pêk were.

Dr. Midhet Silêman da xuyakirin ku YNKê dê ji ber wê nexşerêya xwe, kursiya serokatiya Iraqê ji dest bide û got, kursiya serokomariya Iraqê ne bi hilbijartinê lê li gorî rêkeftina PDK û YNKê bûye para YNKê.

Endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî beriya niha ji BasNewsê re gotibû, Polîtburoya PDKê li ser nexşerêya YNKê gotûbêj dike lê PDK êdî razî nabe Gorran bibe şirîkê desthilatê ji ber ku wan tecrubeyek tal nîşanî me dan.

Basnews
Top