Serokomarê Îranê serdana Rojhilatê Kurdistanê kir
Hesen Rûhanî tevî şandeke pilebilind a hikûmeta Îranê sibehiya îro şemî 25ê Adara 2017ê gihîşt Firokexaneya Sineyê û ji aliyê Parêzgarê Sineyê Ebdulmihemed Zahidî ve hat pêşwazîkirin.
Di şanda li gel Rûhanî de, Wezîrê Cîhada Çandiniyê Mehmûd Hucetî, Wezîrê Kar Elî Rebîî, Wezîrê Petrolê Bîjen Namdar Zengene û çend berpirsên din ên wî welatî serdana Sineyê kirine.
Ajnasa fermî ya dewletê ya Îranê IRNA ragihandiye, ku biryar e di vê serdana xwe de, Rûhanî çend projeyên di warên pîşesazî, çandinî, enerjî û avedaniyê de bi buhayê zêdetir ji 800 milyon dolarî vedike.
Herwiha hatiye ragihandin, ku bi wan projeyan dê ji bo 6 hezar kesî derfetên kar were dabînkirin.
Li gorî amara fermî ya Îranê, nifûsa parêzgeha Sineyê zêdetirî 1 milyon û 603 hezar kesî ye ku rêjeya %70.8ê wê li bajêran û %29.2ê wê jî li gundan dijîn.
Rûberê parêzgeha Sineyê jî zêdetirî 28 hezar û 203 kîlometrî ye û yek ji parêzgehên giring ên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Rudaw
