• Sunday, 22 February 2026
logo

Berpirseke YNKê: Li sînorê Helebcê em rê nadin PKK hêza xwe ya çekdar bicîh bike

Gulan Media March 24, 2017 Nûçe
Berpirseke YNKê: Li sînorê Helebcê em rê nadin PKK hêza xwe ya çekdar bicîh bike
Cîgirê berpirsê malbenda Şarezor ê YNKê, amaje bi vê yekê dike ku rê nadin PKK li sînorê Helebcê hêza xwe ya çekdar bicîh bike.

Cîgirê berpirsê malbenda Şarezor a YNKê Ehmed Qedeferî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rê ji PKKê re nayê dayîn ku li sînorê Helebcê û wan deveran hêza xwe ya çekdar bicîh bike, rast jî nîne ku di wî sînorî de hêza wan a çekdar hebe, ewa ku heyî jî hin endamên wan in û hejmara wan jî zêde nîne ku em li ser biaxivin.

Cîgirê berpirsê malbenda Şarezor a YNKê got: ‘’Li wî sînorî tenê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hene û nabe ti hêzeke din hebe.’’

Basnews
Top