• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr êrîşa terorîstiya Londonê şermezar dike

Gulan Media March 24, 2017 Nûçe
Serokwezîr êrîşa terorîstiya Londonê şermezar dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de êrîşa terorîstiya bajarê Londonê paytexta Birîtaniyay, şermezar dike û dibêje ku gelê Kurdistanê gelek bi başî ji êş û janên terorê têdigehe û digel gelê Birîtaniyayê hevsoze û hevxem e.

Ev li jêr teksta peyamê:

Em, êrîşa terorîstiya bajarê Londonê, nêzîk avahiya parlamentoya Birîtaniyayê, bi dijwarî şermezar dikin û sersaxiyê li malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Birîtaniyayê dikin û ji bo birîndaran jî hêviya zûçakbûnê dixwazin.

Gelê Kurdistanê ku li çeperên pêşiyê rûbirûyê terorê dibe, baştir ji êş û janên terorê têdigehe û îro digel gelê Birîtaniyayê hevsoz û hevxem e. Ew êrîşa terorîstî careke din wê yekê tekîd dike ku divê civaka navdewletî û cîhana azad bi germeke zêdetir û mokimtir li hemû cîyan berhingarî terorê bibe û di vê çarçoveyê de zêdetir hevahenigiyê bike.

Em hevsozî û hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan û gelê Birîtaniyayê re parve dikin.

Nêçîrvan Barzanî
Serowkezîrê Herêma Kurdistanê
22.03.2017
Top