Leşkerên Rûsya derbasî Efrînê bûn
Rûsyayê ragihandiye, ku şaxeyeke Navenda Çavdêriya Agirbesta Sûriyê ya ser bi Navenda Leşkerî ya Himeymîmê ku di destê Artêşa Rûsyayê de ye, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê vekiriye û hêzên rûs li wê herêmê hatine bicihkirin.
Li gorî dîmenên vîdyoyekê ku taybet ji herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ve bo Rûdawê hatiye şandin, leşkerên Rûsya bi otomobîl û wesayitên xwe yên leşkerî derbasî nav sînorê Efrînê dibin.
Li gorî zanyariyan, ew hêzên rûsî bi bajarokê Cindirêsê re, ku ser bi Efrînê ve ye, derbas dibin û li ser wesayitên leşkerî ala Rûsya tê dîtin.
Pêştir ajansa Reutersê di nûçeyekê de ragihandibû, ku Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl gotiye, ku YPG û Rûsya rêkevtinek îmza kirine, ku li gorî wê rêkevtinê dê Rûsya navendeke mezin a leşkerî li Efrînê veke.
Li gorî heman nûçeyê, Rêdûr Xeîl dabû xuyakirin, ku vekirina navenda leşkerî ya Rûsya li Efrînê di çarçoveya hevkariya navbera her du aliyan bo têkoşîna li dijî terorê de ye û di çarçoveya rêkevtina bi Rûsyayê re, leşkerên wî welatî dê rahênan û perwerdeya leşkerî bidin şervanên YPGê.
Lê belê Wezareta Berevaniya Rûsyayê piştî demek kêm ji belavbûna wan agahiyan, daxuyaniya Rêdûr Xelîl red kir û diyar kir, ku Rûsyayê ti binkeyeke leşlerî li Efrînê venekiriye.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê her cure rêkevtineke bi YPGê re bi mebesta vekirina navendeke leşkerî li Efrînê red kir û destnîşan kir, ku Rûsya dê liqeke Navenda Çavdêriya Agirbesta li Sûriyê ya ser bi Navenda Leşkeriya Himeymîmê li nêzîkî Efrînê veke.
Rudaw
